Mesrûr Barzanî: Pêwîst e doseya emnî ya navçeyên Kurdistanî li dereveyî îdara Herêmê bi hevrêzî were birêvebirin

Mesrûr Barzanî: Gellekî giring e rewşa navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê bê asayikirin û hevkariya bêtir ji hêzên Pêşmerge re hebe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî  ragihand: "Pêwîst e doseya emnî ya navçeyên Kurdistanî li derveyî îdara Herêmê bi hevrêzî li gel hemû aliyên pêwendîdar were birêvebikrin".

Îro Sêşemê 26/6/2018an, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di dîdarekê de li gel, cîgirê fermandarê hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûryê ceneral Walter Piat û şanda li gel wî, dawîn pêşveçûnên navçeyê û pêşxistina bêtir ji mîkanîzma hevrêziyê di navbera hêzên pêwendîdar û rûbrûbûna gefên terorîstan gotûbêj kir.

Mesrûr Barzanî, ji bilî tekezkirinê li ser giringiya asayikirina rewşa navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê û hevkariya bêtir ji hêzên Pêşmerge re, ji bo rê li ber çalakî û gefên terorîstan bigirin, balkişand ser wê yekê, ku "Pêwîst e doseya emnî ya navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêm bi hevrêziya hemû aliyên pêwendîdar were birêvebirin.

Di beramber de, cîgirê fermandarê hêzên hevpeymanan, hevrêziya di nav Hevpeymanan û Pêşmerge de, di cenga dijî terorîstan de bilind nirxand û tekez kir, hêzên Hevpeymanan wê li ser alîkarî û rahênan û piştevanîkirina hêzên Pêşmerge berdewam bin.

N.O