Xwepêşandanên dijî desthilatê li Îranê berfereh dibin

Xwepêşandanên li dijî desthilatê Komara Islamî ya Îranê, bi taybetî dijberiya hemberî rewşa aborî her diçe berferehtir dibin

K24 – Navenda Nûçeyan

Xwepêşandanên li dijî desthilatê Komara Islamî ya Îranê, bi taybetî dijberiya hemberî rewşa aborî her diçe berferehtir dibin.

Ligor vidyoyên li internetê û medya civatî (sosyal-medya) de hatî belavkirin de tê dîtin ku, bi hezaran kes nerizayîye xwe tînin ziman û Hêzên Ewleyî yên Îranê jî bi xaza rûndikrêj dixwazin wan bleav bikin. Yek ji vidyoyên hatî weşandin xwepêşandana lipêş Meclisa Îranê ye.

Xwepêşandanên di vê çerçoveyê de di destpêkê sale de jî hatibûn jiyandin û li tevayiya welat belav bûbûn. Ligor Voice of America (Dengê Amerika) di wan xwepêşandanan de 25 mirovan jiyana xwe jidest dabû û 5 hezar kes hatibûn girtin.

 

 

C.B