Tirkiye: Rûsya û Amerîka li ser êrîşên rêjîma Sûryê li ser Der`a berpirs in

Çawîşoglu: Divê Amerîka û Rûsya rê li ber êrîşên Hikûmeta Sûryê bigirin û heger rêketin werin binpêkirin, wateya pêvajoya çareseriya siyasî jî namîne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu ragihand, ku welatê wî ji bo kêmkirina şer li Sûryê, rêketina Astana îmze kir û wan gerentiya opozisyonê kir, Rûsya û Îran jî gerantiya Hikûmeta Sûryê kir. Lê piştre Amerîka û Rûsya ji bo kêmkirina şer rêketinek din kirin.

Mewlûd Çawîşoglu diyar kir, ku li gel wê rêketinê, Hikûmeta Sûryê li ser êrîşên xwe berdewam kir û berpirsê wan êrîşan Rûsya û Amerîka ye.

Çawîşoglu got jî: Divê Amerîka û Rûsya rê li ber êrîşên Hikûmeta Sûryê bigirin û heger rêketin werin binpêkirin, wateya pêvajoya çareseriya siyasî jî namîne.

Ji aliyê xwe ve, komisyarê Netewên Yekgirtî ji bo mafên mirovan (Zeyd Bin Re`id El-Hisên) ji aliyên şer li Sûryê xwest ku sînorekî ji tundiyê re deynin û pêbendî rêketin û yasayên navdewletî bin.

Hisên diyar kir, ku ji destpêka operasyona Artêşa Sûryê ve li Der`a û heya niha, bihezaran sivîl ji malên xwe reviyane, lê hîn metirsî li ser jiyana wan heye.

Navhatî tekez kir, ku zanyarî ji wî re hatine, dibêjin ku Hikûmeta Sûryê nehiştiye sivîl derbasî navçeyên di bin destê hêzên wê de bibin û doza pera li wan kiriye da ku derbasî cihên aram bibin.   

N.O