Netewên Yekgirtî daxwaza rawestandina şer li başûrê Sûryê dike
K24 - Navenda Nûçeyan
Sikirtêrê giştî yê NY Antonio Guterres, daxwaz ji tevahiya aliyên şerkir li başûrê rojavayê Sûryê dike ku şer li parêzgeha Der`a rawestînin.
Antonio Guterres dilgiraniya xwe li ser berdewamiya şerûpevçûnan, zêdebûna hejmara qurbanî û meşextan da xuyakirin û got: Divê tevahiya aliyan pêbendî yasayên mirovî yên navdewletî bin, herwiha pêbendî rêketina sala 2017an, a derbarê avakirina deverên kêmkirina şer bin.
Ji 19 Hizêranê ve, hêzên rêjîma Sûryê dest bi operasyonan li başûrê Sûryê kirine û li gorî amarên rêxistinên mirovî, heya niha bi sedema şer û aloziyan, 16 hezar kes meşext bûne.
Duh Artêşa Israîlê ragihand, ku wan piroseyeke taybet li 4 navçeyên Sûryê encam daye û nêzîkî 60 ton ji alîkariyên mirovî, ji bo meşextên Sûrî derbasî başûrê wî welatî kiriye.
Di daxuyaniyekê de Artêşa Israîlê diyar kir, ku di nav wan alîkariyan de, nêzîkî 13 ton ji kelûpelên xwarinê û 15 ton ji derman, xwarin û şîrê zarokan û 30 ton ji pêlav û cil û bergan heye, li aliyê Sûrî yê Colanê li ser meşextan hatin dabeşkirin.
Herwiha Artêşa Israîlî zelal kir, ku bi riya hin kesên nenaskirî li nav Sûryê, ew alîkarî ji Colanê derbasî aliyê Sûryê bûn û li ser meşextan hatin dabeşkirin.
N.O