Gelo çima al û posterên Rêveberiya Xweser ji kolanan tên rakirin?

Di dema dawî de li herêmên Rojavayê Kurdistanê gelek al û wêneyên girêdayî bi Rêveberiya Xweser ve ji cade û kolanan têne rakirin. Welatî pirs dikin, gelo rakirina van al û wêneyan girêdayî bi rewşa siyasî ve ne?
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo 

Di dema dawî de li herêmên Rojavayê Kurdistanê gelek al û wêneyên girêdayî bi Rêveberiya Xweser ve ji cade û kolanan têne rakirin. Welatî pirs dikin, gelo rakirina van al û wêneyan girêdayî bi rewşa siyasî ve ne?  Ji aliyê xwe ve Desteya Şaredariyan di daxuyaniyekê de ragihand, ev yek di çarçoveya pêşxistin û xweşikirina bajaran de tê kirin.

Ji heyama zêdeyî heftiyekê ve, li cade û kolanên herêmên Rojavayê Kurdistanê hin al û wêneyên girêdayî bi Rêveberiya Xweser ve herweha hin reklamên sazî û kesayetan jî têne rakirin. Welatiyên deverê li benda bersiveke rast û dirust in, ji ber ku derbarê rakirina van al û wêneyan gelek nerîn û gotegot li deverê têne belavkirin û daxwaza bersiveke fermî dikin.

Li ser rakirina al û wêneyan Welatiyê bi navê Seîd Mihemed ji K24ê re got: “Em bixwe jî nizanin. Gelek gotin li kolanan hene. Hinek dibêjin, dê rêjîm vegere. Hinek dibêjin eger e lihevhatinek çê bibe. Hin jî dibêjin, li kolanan gelek wê û al hatine danîn û tevlihevî çê bûye. Hin wêne û al habûn, me bixwe jî nedizanî yên kê ne. ”

Bersiva welatiyan û piştî demeke nedirêj ji rakirina al û wêneyan ji aliyê Desteya Şaredariyan ve hate kirin. Berpirsên desteyê dibêjin ku li cade û kolanan gelek al , wêne û neqşeyên curbecur hatibûn daleqandin, loma pêwistî bi avakirina saziyeke taybet hebû û niha jî Saziya Rojava ya Reklaman ku ji heyama salekê ve hatiye damezrandin dê bi karê rêxistin û xweşikirina deverê bike.

Cîgirê Serokê Desteya Şaredariyan li Cizîrê Nidal Mehmûd ji K24ê re got: “Saziyek heye xebatên xwe dike. Xebata wê xebateke xizmetkarî ye, li derveyî proje û pîvanên siyasî ne. Ti fişareke siyasî li ser vê saziyê nehatiye kirin. Ev xebateke teknîkî ye, armanca wê ew e, em gaveke nû di xebata reklama riyan de bavêjin. Ev tiştekî xweşik e li gor pîvanên cîhanê. Hemû tişt bi sîstem be, ev jî xebateke nû ye.”

li gorî tê xuyakirin, piraniya al û wêneyên li deverê hatine rakirin, lê li cade û kolanan herdu alên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastinê ya Jinê (YPJ) têne dîtin. Li gorî Desteya Şaredariyan binav dike, hin alavên ragihandina reş propogendeyeke reş û nerast li nava xelkê belav dikin.