Ramîn Hisên Penahî bo cara dawiyê dê bavê xwe dibîne

Girtiyê siyasî yê Rojhilatê Kurdistanê Ramîn Hisên Penahî bo cara dawiyê dê bavê xwe dibîne, ev jî tê wateya ku fermana bidarvekirina wî dê were cibicîkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Girtiyê siyasî yê Rojhilatê Kurdistanê Ramîn Hisên Penahî bo cara dawiyê dê bavê xwe dibîne, ev jî tê wateya ku fermana bidarvekirina wî dê were cibicîkirin.

Parêzerê Ramîn Penahî, Hisên Ehmedî Niyaz ji K24ê re ragihand, şeş parêzeran nameyek ji Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî re birê kir û daxwaza ragirtina sizaya bidarvekirina Ramîn kir.

Hisên Ehmedî Niyaz got jî, Berpirsên zîndana Sinê rê da ku Ramîn bo cara dawiyê dê û bavê xwe bibîne. Ev jî tê wateya ku bidarvekirina Ramîn dê were cibicîkirin.

Di meha Hezîrana 2017an de 4 Pêşmergeyên Şoreşgerên Komela Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê ketin kemîneke supaya Pasdarên Îranê û di encama pevçûnan de 3 Pêşmerge şehîd bûn û Ramîn Husên Penahî birîndar bûbû.

Berî 5 mehan jî, Îranê biryara bidarvekirina Pêşmergeyê Rojhilatê Kurdistanê Ramîn Husên Penahî dabû.

Dosya Ramîn Husên Penahî bûye dosyeyeke navdewletî û ta niha çendîn kesayetî û rêxistinên navdewletî daxwaza rawestandina sizaya bidarvekirina wî kirin, lê ta niha berpirsên Îranî li ser bidarvekirina Ramîn rijd in.

 

S. B