Hikûmeta Sûryê ji penaberên Sûrî dixwaze ku li malên xwe vegerin

Berpirsekî wezareta derve ya Sûrî ragihand, ku Hikûmeta welatê wî daxwazê ji hemû penaberên Sûrî dike, ku li malên xwe vegerin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Jêderekî fermî di wezareta derve ya Sûryê de, ji ajansa fermî ya nûçeyên wî welatî (Sana) re ragihand, piştî ku artêşa Sûryê bi şer yan jî bi lihevkirinan navçeyên berfireh ji axa Sûryê kontrol kir, gellek penaberên Sûrî vegeriyan ser mal û mulkên xwe.

Wî berpirsê Sûrî diyar kir, ku Hikûmeta welatê wî daxwazê ji hemû penaberên Sûrî dike, ku li malên xwe vegerin.

Herwiha Hikûmeta Sûryê di daxwiyaniyên xwe de tekez dike, ku ew li ser saxlemî, selametî û jiyaneke birûmet ji welatiyan re berpirs e û daxwazê ji civaka navdewletî û rêxistinên mirovî dike ku kar ji bo vegera penaberên Sûrî ji bo welatê wan bike û dûrpêçên li ser Sûryê rakin.

Ji Adara 2011an ve û li gorî amarên nefermî, nêzîkî pênc milyon welatiyên Sûryê li welatên cîran û yên Ewropayê penaber bûne.

N.O