Firokeyeke serbazî Birîtanî li Sûrya têkşikest

Piştî ketina firokeyê, hêzên ezmanî yên Birîtanî bixwe ew firoke bordûman kirin û sûtandin, ku nirxê wê digihêje 58 milyon dolar

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî raporeke rojnameya (The Sunday Times) firokeyeke serbazî barhelgir ser bi hêzên ezmanî yên Birîtanya ve, ji corê "C-130J Hercules" li biyabana Sûryê têkşikestiye û ketiye xwarê.

Wek rojnameyê belav kiriye, bûyer di demekê de bûye, ku firoke mijûlî veguhestina hejmarek serbazên Birîtanî bû, ku ji erkekî serbazî nihênî vedegeriyan, lê rojnameyê ti zaniyarî li ser ziyanên wê bûyerê nedaye.

Herwiha rojnameyê diyar kir, ku piştî ketina firokeyê, hêzên ezmanî yên Birîtanî bixwe ew firoke bordûman kirin û sûtandin, ku nirxê wê digihêje 58 milyon dolar û taybet bû bi encamdana karên serbazî li Sûrya û Iraq.

Rojnameya navhatî da zanîn, ku di meha derbasbûyî de, hêzên ezmanî yên Birîtanî êrîşek li dijî hêzên ser bi rêjêma Sûrya ve, li ser sînorên Sûrya li gel Iraq û Urdinê encam dane.

N.O