Urdin korîdorên mirovî ji bo meşextên Sûrî vedike

Xinêmat: Ew korîdor wê ji îro ve bên vekirin, welatê me li ser erk û pêbendiyên xwe yên mirovî di piştevaniya meşext û penaberên Sûrî de berdewam e.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Urdinî li ser vekirina korîdorên mirovî ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji bo ew kesên ku li ser sînorên Sûryê asê mane razî bûye.

Wezîra dewletê ya Urdinê ji bo karûbarên ragihandinê Cumana Xinêmat ragihand, ku welatê wê li ser vekirina sê korîdorên mirovî li gel Sûryê razî bûye, daku alîkariyên mirovî ji bo meşextên der`ayê di wan korîdoran re derbas bikin.

Xinêmat got: Ew korîdor wê ji îro ve bên vekirin, tekez jî kir, ku welatê wê li ser erk û pêbendiyên xwe yên mirovî di piştevaniya meşext û penaberên Sûrî de berdewam e.

Berî niha Urdinê ragihandibû, ku ewê sînorên xwe di riwê penaberên Sûrî de bigire, ji tirsa ku çekdarên tundrew, di nav penaberan de, ji Sûryê derbasî Urdinê bibin.

N.O