IYI Parti: Hevpeymaniya Millet qediya

Peyvdarê Partiya Baş (IYI Partî) Aytun Çiray ragihand ku, Hevpeymaniya Millet piştî hilbijartinan erkê xwe bidawî kir û qediya

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Partiya Baş (IYI Partî) Aytun Çiray ragihand ku, Hevpeymaniya Millet piştî hilbijartinan erkê xwe bidawî kir û qediya.

Çiray piştî civîna Serokatiya IYI Partî daxûyanî da. Diyarkir ku: “Hevpeymaniya Millet ji bo rêgiriya hile û sextekariyên dijî hilbijartinê hatbû avakirin, piştî bidawî hatina hilbijartinan jî pêwistî bi vê Hevpeymaniyê nema ye”.

Peyvdarê IYI Partî herweha anî ziman ku, di civîna Meclisa partiyê û Parlementerên IYI Partî de, piştî du rojan dê nexşerêya nû ya IYI Partî bûte ragihandin.

Hevpeymaniya Millet di proseya hilbijartinên Parlementerî û Serokomariya Tirkiye ya 24ê hezîranê de, di navbeyna CHP, Partiya Saadetê, IYI Partî û Demokrat Partî de hatibû avakirin.

 

 

C.B