Îran: Emê riya hiratina petrola navçeyê bibirrin

K24 - Navenda Nûçeyan
Serokê Îranê Hesen Rûhanî, gefa wê yekê dike, ku ewê hinartina petrola welatên cîran û yên navçeyê rawestîne, eger Amerîka kirîna petrola Îranê qedexe bike û Supaya Pasdaran jî piştevaniya wê helwestê dike.
Li gorî nûçeyeke ajansa Reutersê, duh Sêşemê 03/07/2018an, Hesen Rûhanî di dema serdana xwe de ji bo çend welatên Ewrupa ragihand, ku heger kirîna petrola Taranê ji aliyê welatên cîhanê ve bê rawestandin, ewê jî rê li hinartina petrola welatên cîran bigirin.
Ji aliyê xwe ve, Ajansa Nûçeyên Îranê (Îrna) ragihand, ku fermandarê Feyleqa Qudsê ya wer bi Supaya Pasdaran ve (Qasim Silêmanî) di nameyekê de ji Rûhanî re gotiye: Ez destên te maç dikim li ser wan daxuyaniyên te. Ez di xizmeta te de me, ji bo bicîkirina her yasayekê ku xizmeta Komara Îranê bike.
Dibe ku mebesta Rûhanî ji wan gefan, girtina Tengeava Hurmuzê be, ku ew bi xwe jî take riya keştiyên petrola Si'ûdiyê, Iraq, Îmarat û Qeter e ji bo bazarên cîhanî.
Amerîka dixwaze di çend mehên dahatî de, sizayên abûrî li ser Îranê bixe warê bicîkirinê de, ku di nav wan sizayan de, qedexekirina kirîna petorla Îranê jî heye.
N.O