HRW ji Israîl dixwaze ku sînorên xwe li ber penaberên Sûrî veke

HRW: Heger Hikûmeta Urdinê rê nede penaxwazên Sûrî ku derbasî nav wî welatî bibin, wê ev yek dûrketina Urdin ji bingeh û sincên mirovî û navdewletî bê dîtin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rêxistina Human Rights Watch ya taybet bi pirsên girêdayî mafên Mirovan, ji Urdin û Israîlê xwest ku sînorên xwe li pêşya penaberên Sûrî vekin.

Cîgira rêvebirê beşê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqya di rêxistina navhatî de (Lema Feqe) ragihand, ku heger Hikûmeta Urdinê rê nede penaxwazên Sûrî ku derbasî nav wî welatî bibin, wê ev yek dûrketina Urdin ji bingeh û sincên mirovî û navdewletî bê dîtin.

Herwiha daxwaz ji Hikûmeta Urdinê û Israîlê kir, ku sînorên xwe li pêşya penaberên Sûrî yên bajarê Der'a veke.

Feqe da zanîn, ku rewşa başûrê Sûryê gellekî metirsîdar e û kerwanên alîkariyên mirovî nikarin derbasî wan navçeyan bibin ku şerûpevçûn têde lidar in.

Ev yek di demekê de ye, ku Netewên Yekgirtî ragihandiye, ku hejmara meşextên bajarê Der'a yên ji ber şer reviyane, gihiştiye 270 hezar kes, bêtirî 40 hezarî ji wan, li ser sînorên Urdinê asê mane.

N.O