Rûsya daxwaz ji welatên Rojava dike, dorpêçên liser Sûriyê rakin

Zaxarova daxwaz ji welatan kir ku, dorpêçên li ser Şamê rakin, da ku Sûriye ji nû ve bê avakirin û penaberên wê jî, vegerin malên xwe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rûsya daxwaz ji welatên Rojava dike, dorpêçên xwe liser Sûriyê rakin.

Peyvdara Wezareta derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova ragihand, ew pêşwaziyê li daxwaza Şamê ji bo vegera penaberên Sûriyê dike, û ew yek diyar dike ku Sûriye yekgirtî ye, û tekeziyê li vegera jiyana aştiyane dike.

Zaxarova herweha daxwaz ji welatan kir ku, dorpêçên li ser Şamê rakin, da ku Sûriye ji nû ve bê avakirin û penaberên wê jî, vegerin malên xwe.

Wezareta derve ya Rûsya, herweha daxwaz ji rêxistinên navdewletî kir ku, alîkariyan pêşkêşî hikumeta Sûriyê bikin.

Beriya dû rojan, Wezareta derve ya Sûriyê di daxûyaniyekê de, daxwaz ji penaberên Sûriyê kiribû ku, vegerin malên xwe.

 

 

 

C.B