Çîn li dijî girtina tengeava Hurmizê radiweste

Çîn gellek petrolê ji Siûdiyê, Iraq û Kiwêtê dikirre, herwiha beşekî ji gaza siruştî ji Qeterê dikirre û heger tengeava Hurmizê bê girtin, wê gellek ziyanên abûrî li Çînê bên.

K24 - Navenda Nûçeyan

Welatê Çînê ji Îran û welatên Kendavê xwest ku bizavan bikin daku aştî li navçeyê berqerar bibe.

Piştî ku serokê Îranê Hesen Rûhanî, gefa girtina tengeava Hurmizê kir û fermandeyê Supaya Qudsê Qasim Silêmanî piştevaniya wî kir, wê pirsê li ser astê navdewletî gellek karvedan li pey xwe anî.

Welatê Çînê gellek petrolê ji Siûdiyê, Iraq û Kiwêtê dikirre, herwiha beşekî ji gaza siruştî ji Qeterê dikirre û heger tengeava Hurmizê bê girtin, wê gellek ziyanên abûrî li Çînê bên.

Li gorî ajansa Reutersê, alîkarê wezîrê derve yê Çînê li ser nakokiyê girêdayî tengeava Hurmizê gotiye: Çîn di wê baweriyê de ye, ku pêwîst e ew welatana, bizavên zêdetir bikin daku aştiyê li wê navçeyê berqera bikin û divê wek cîranên baş bihev re kar bikin û bi aştî bijîn.

Gefên Amerîka û Îran bermaberî hev, metirsiya pêketina cengeke mezin li Rojhilata Navîn çêkiriye, Çîn jî ketiye xema berjewendiyên xwe û ji Îranê dixwaze ku rewşê aram bike.

N.O