Opozisyona Sûryê: Rûsya xwedî li sozên xwe derneket

Enes El-Ebdê bang li civaka navdewletî kir, ku fişaran li Rûsya bike, daku soz û biryarên xwe bicî bike û rê li ber kuştina sivîlan bigire.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Hevpeymaniya Opozisyona Sûryê Enes El-Ebdê di kongirekî rojnamevanî de li bajarê Stenbolê ragihand, ku binpêkirina rêketinan li başûrê Sûryê zêde bûye û Rûsya xwedî li wan sozên xwe derneket, ku berî niha dabû.

Enes El-Ebdê diyar kir, ji encama şerê ku li başûrê Sûryê diqewime, bi hezaran sivîl meşextî ser sînoran bûne, tevî ku parêzgeha Der`a yek ji navçeyên kêmkirina şer bû.

El-Ebdê bang li civaka navdewletî kir, ku bi erkên xwe rabe û şer rawestîne, herwiha ji welatên cîhanê xwest ku fişaran li Rûsya bikin, daku soz û biryarên xwe bicî bike û rê li ber kuştina sivîlan bigire.

Ji 19ê meha derbasbûyî ve, hêzên rêjîma Sûryê bi piştevaniya Rûsya û milîsên Îranî, dest bi operasyoneke berfireh li dijî hêzên opozisyonê li parêzgeha Der`a kiriye. Li gorî amarên nefermî, heya niha bi deh hezaran welatiyên wê perêzgehê li ser sînorên Urdinê û Israîlê meşext bûne.

N.O