Tehran fişarê li Ebadî dike bo Amerîkiyan ji Iraqê derbixe

Tehran ji bo derkirina 5 hezar leşker, şêwirmend û dîplomatkarên Amerîka ji Iraqê, fişarê li Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tehran ji bo derkirina 5 hezar leşker, şêwirmend û dîplomatkarên Amerîka ji Iraqê, fişarê li Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dike.

Rojnameya “aawsat” li ser zarê çend jêderên siyasî û ewlehiya Iraqê belav kir, Îran fişarê li Heyder Ebadî dike, ta şêwirmend û leşkerên Amerîka ji Iraqê derbike.

Herwiha aşkere kirine, Îran daxwaz ji Ebadî kiriye, dawiyê li rêkeftina di navbera Washington û Bexdayê ya sala 2008an bîne û rêkeftina leşkerî ya bi Amerîka re nû neke.

Ev fişarên Îranê di demekê de ye, pêwîstiya Heyder Ebadî ya zor bi piştevaniya Îranê heye, ta bikaribe posta Serokwezîriyê di hikûmeta Iraqê ya bê de jidest nede.

Ji aliyekî din ve, Ebadî nikare vê daxwazê ji Amerîka bike, ji ber ku hem piştevaniya Amerîka ji Ebadî re girîng e û hem Iraq di warê ewlehiyê de ne amade ye rûbirûyî Amerîka bibe.

Milmilaneyên dirustkirina hikûmeta Iraqê berdewam e û ta niha ne diyar e ku Serokwezîrê Iraqê ya bê dê bi dilê Washingtonê yan Tehranê be.

Hejmara leşker, şêwirmend û dîplomatkarên Amerîkî li Iraqê dora 5 hezarî tê texmînkirin, ku erkê wan rahênankirina hêzên Iraqî ne.

 

S. B