Tirkiye bizavên tevlîbûna YE berdewam dike

Wezareta Karûbarên Yekîtiya Ewropa bûye beşekî girêdayî Wezareta Derve ya Tirkiyê. Mewlûd Çawîşoglu jî careke din bû wezîrê derve yê Tirkiyê.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu ragihand, tevî hemû astengiyan, ew dixwazin di pêvajoya endamtiya Yekîtiya Ewropa de pêş ve biçin.

Di Hikûmeta nû de, Wezareta Karûbarên Yekîtiya Ewropa bûye beşekî girêdayî Wezareta Derve ya Tirkiyê. Mewlûd Çawîşoglu jî careke din bû wezîrê derve yê Tirkiyê.

Çawîşoglu diyar kir, ku ew xwe bextewar dibîne, ji ber ku tevî berpirsatiyên li ser milê wî, niha erkên wezareta wî firehtir û bihêztir bûne.

Herwiha Wezîrê Derve yê Tirkiyê zelal kir, ku bi yekbûna herdu wezaretan, ewê karên xwe baştir bimeşînin û got: Em zanin zehmetî li pêşiya me hene, lê em bibawer in ku emê wan zehmetiyan derbas bikin, me xwe ji civîna sibe ya NATOyê re amade kiriye û em dixwazin ji Amerîka heya Efrîqya pêwendiyên xwe bi hemû welatan re baş bikin.

N.O