Serok Barzanî serxweşiyê li malbatên qurbaniyên Sinê dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Barzanî peyameke hevxemiyê ji kesûkarên qurbaniyên bûyera bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê re birê kir.
Di beşeke peyamê de hat: “Hevsozî û serxweşiya xwe arasteyî kesûkarên qurbaniyên wê bûyerê û xelkê xweşewîst ê bajarê Sinê dikim û hêviya çakbûnê ji birîndaran re dixwazim.”
Şeva bûrî li bajarê Sinê tankereke veguhastina sotemeniyê li baseke neferhilgir ket, di encamê de nêzîkî 27 kesan canê xwe jidest dan û hejmarek jî birîndar bûn.
Di peyama Serok Barzanî de hat:
“Bi mixabîniyeke mezin şeva bûrî li bajarê Sinê di encama agir bi baseke neferhilgir ket û hejmarek welatî bûn qurbanî.
Ev bûyera diltezêne û giyanjidestdana welatiyên bajarê Sinê em hemû xembar kirin. Hevsozî û serxweşiya xwe arasteyî kesûkarên qurbaniyên wê bûyerê û xelkê xweşewîst ê bajarê Sinê dikim û hevbeşiya xema wan im.Hêviya çakbûnê ji birîndaran re dixwazim.
Ji xwedêyê mezin daxwaz dikim sebir û aramiyê bide her aliyekî.”