Artêşa Sûryê gihişt cihê yekem xwepêşandan li Der`ayê

Artêşa Sûryê li gel polîsên serbazî yên Rûsî derbasî taxa Der'a El-Beled bûn, piştî ku çekdarên opozisyonê hemû çekên xwe yên giran radest kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hêzên rêjîma Sûryê derbasî wê deverê bûn, ku di sala 2011an de, yekem xwepêşandan li dijî Esed destpê kiribû.

Li gorî medya ser bi rêjîmê ve, Artêşa Sûryê li gel polîsên serbazî yên Rûsî derbasî taxa Der'a El-Beled bûn, piştî ku çekdarên opozisyonê hemû çekên xwe yên giran radest kirin.

Ji aliyê xwe ve, ajansa fermî ya Sûryê (Sana) belav kiriye, piştî lihevhatina di navbera hêzên Hikûmetê û çekdarên opozisyonê de, hêzên Sûryê derbasî bajarê Tefes bûn û ala Sûryê li ser avahiya Encûmena bajar bilind kirin.

Roja 18 Adara sala 2011an, yekem xwepêşandan li dijî Hikûmeta Sûryê li taxa Der'a El-Beled li bajarê Der'a destpê kir û piştre li tevahiya bajarên Sûryê xwepêşandanan destpê kirin û daxwaza xistina rêjîma Sûryê hat kirin.

N.O