Kiliçdaroglu sivikî bi Erdogan kir, hat cezakirin

Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu bi tohmeta ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan berûmet kiriye, bi 95 hezar Lîreya Tirkî hate cezakirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu bi tohmeta ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan berûmet kiriye, bi 95 hezar Lîreya Tirkî hate cezakirin.

Parêzerê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, Hûseyîn Aydin bi riya twîtira xwe ragihand, ew di 3 dozên xwe yên li dijî Kemal Kiliçdaroglu de biser ketine û dadgeh; biryar daye ku 95 hezar Lîreya Tirkî ceza bide Kemal Kiliçdaroglu. 

Erdogan berî niha bi hinceta ku ji aliyê Kiliçdaroglu ve hatiye bêrûmetkirin giliya wî li dozgeriyê kiribû.

 

S. B