Urdin dixwaze pêwendiyên bazirganî li gel Sûryê destpê bike

Hikûmeta Urdinê ragihand, ku 5 hezar kemyon ji bo barkirina keresteyên bazirganî, amade ne derbasî Sûrya bibin, dema ku sînor di nav herdu welatan de bên vekirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Urdinê ragihand, ku 5 hezar kemyon ji bo barkirina keresteyên bazirganî, amade ne derbasî Sûrya bibin, dema ku sînor di nav herdu welatan de bên vekirin.

Rêvebirê dezgeha rêxistina karûbarên xwediyên kemyonan li Urdinê Mihemed Xêr El-Dawud ragihand, ku destpêkirina pêwendiyên bazirganî di nav Urdin û Sûryê de, wê rê li ber bihevguhertina kelûpelan di nav herdu welatan de veke.

Bi gotna dawud 5 hezar barhilgir ji bo veguhestna kelupelan amadene derbasî sûryê bbin her dema sînor bê vekrin.

Ji aliyê xwe ve serokê şaredariya Serhan ya li ser sînorê Sûryê got: 80 Cihên bazirganiyê û bihnvedanê ji dema girtina sînoran ve, girtî mane û ew jî li benda vekirina deryê sînorî ne ji bo dest bi karên xwe bikin.

N.O