KCD: Ji bo ewlehî û tendirustiya Ocalan bigûman in

Peyvdara KCDê Gulistan Koçyîgît dibêje, derveyî hevdîtineke malbata Ocalan, ti kesî piştî 2015'ê Abdulah Ocalan nedîtiye û derbarê ewlekarî û tendirustiya wî de gûmanên wan hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdara KCDê Gulistan Koçyîgît dibêje, derveyî hevdîtineke malbata Ocalan, ti kesî piştî 2015'ê Abdulah Ocalan nedîtiye û derbarê ewlekarî û tendirustiya wî de gûmanên wan hene.

Pevydara Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Gulistan Koçyîgît, di civîna civata giştî ya KCDê de axivî û da xuyakirin, divê tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdulah Ocalan gavek zûtir dawî bibe.

Koçyîgît got, piştî 5'ê Nîsana 2015'ê, tenê carek malbata Ocalan kariye pê re hevdîtinê bike û derveyî vê na malbat û ne jî parêzer nizanin rewşa wî çî ye.

Koçyîgît daxwaza rakirina tecrîdê kir û got, ji ewlehî û tendirustiya Abdulah Ocalan bigûman in.

Rêberê PKKê Abdulah Ocelan, di 15ê Sibata 1999an de, di operasyoneke hewalgirî de, li Kînya hat girtin, piştre bi firokeke Tirkî taybet, ji bo Tirkiyê hat veguhestin û ji wê demê ve heya niha di girava Îmraliyê de zindankirî ye.

 

S. B