Serokwezîrê Bulgaristanê: Tirkiye nabe endamê YE

Serokwezîrê Bulgaristanê jî dibêje, mimkun nîn e ku Tirkiye bibe endamê Yekîtiya Ewropayê

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Bulgaristanê jî dibêje, mimkun nîn e ku Tirkiye bibe endamê Yekîtiya Ewropayê.

Serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borisov bo medya Rûsyayê axifî û da xûyakirin, jiber ku Tirkiye û Bulgaristan di pirsa koçberan de dibin alîkar, Yekîtiya Ewropa hevkariya wan û Tirkiyê dike.

Da zanîn, Tirkiye 50 sal e dixwaze bibe endama Yekîtiya Ewropayê, lê ji ber rewşa niha û xerabiya pêwendiyên aliyan, pêwîst nake li ser endamtiya Tirkiyê bê axaftin.

Duhî jî Serokwezîrê Nemsayê dabû xûyakirin, divê Yekîtiya Ewropa gavek zûtir danûstandinên bo endamtiya Tirkiyê rawestîn e.

 

 

C.B