Hejmarek ji malbatên DAIŞê li nav kampa Holê hatin bicîkirin

Wezareta bergiriya Amrîka: Nêzîkî 600 çekdarên biyanî yên DAIŞê li cem Hêzên Sûrya Demokrat dîl in.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rêvebira kampa Holê ya penaberan li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê (Silava Şêxo), ji ajanseke opozisyona Sûryê re ragihand, di heyama du rojên derbasbûyî de, 14 malbatên DAIŞê, ku ji 53 kesan pêk tên gihane kampê, ji bilî wan jî, bidehan kesên biyanî ku tevlî DAIŞê bibûn li nav wê kampê hatine bcîkirin.

Silava Şêxo diyar kir, ku rêveberiya kampê, ew kesana li cihekî taybet di nav kampê de bicih kirine.

Herwiha Şêxo got: Niha nêzîkî 4 hezar malbatên xwedî regeznameyên cuda li wê kampê dimînin.

Li aliyekî din, peyvdarê wezareta bergiriya Amrîka Shon Robertson eşkere kir, nêzîkî 600 çekdarên biyanî yên DAIŞê li cem Hêzên Sûrya Demokrat dîl in.

N.O