Tirkiye: Israîl bizava dagîrkirinê dike

Peyvdarê Serokatiya Tirkiyê: Pirojeyasaya Dewleta Netewî ya Israîlê, ku di Perlemana wî welatî de tê gotûbêjkirin, dagîrkerî ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Serokatiya Tirkiyê (Ibrahîm Kalin) ragihand, ku pirojeyasaya Dewleta Netewî ya Israîlê, ku di Perlemana wî welatî de tê gotûbêjkirin, dagîrkerî ye.

Ibrahîm Kalin diyar kir, ku bi alîkariya idara Trump, Hikûmeta serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu, bê şermkirin rewatiyê bi dagîrkirin û destdanîna li ser axa welatên Islamî dide.

Kalin tekez kir, ku ew pirojeyasa dijatiya civaka navdewletî û Netewên Yekgirtî dike.

Di naveroka pirojeyasayê de hatiyem ku Orşelîm (Qudis) yekgirtî û yek e û paytexta Israîlê ye û zimanê wê yê fermî (Ibirî) ye û ti hesabe ji bo zimanên din ên bajar nehatiye kirin û zimanê Erebî weke zimanê diwem nehatiye hejmartin.

Roja Pênçeşema derbasbûyî, Perlemana Israîlê ji bo dawîn car, pirojeyasaya mafê çarenivîsê li Israîlê tenê ji bo Cihûyanmisoger kir.

Wê piroje yasayê, rexneyên tund ji aliyê Desthilata Filestînê, Tirkiyê, Yekîtiya Ewropa, Welatên Erebî û hin kesatiyên diyar ên welatên Erebî li pey xwe anî.

N.O