Îsraîl 800 welatiyê Sûrî derbasî Urdinê dike

Artêşa Îsraîlê 800 endamên Berevaniya Sivîl a Sûriyê ligel malbatên wan di xaka Îsraîlê re vediguhêzîne Urdinê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Îsraîlê 800 endamên Berevaniya Sivîl a Sûriyê ligel malbatên wan di xaka Îsraîlê vediguhêzîne Urdinê.

Peyvdarê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li Twittera xwe belav kir, li ser daxwaza Amerîka û welatên Ewropayê û wek destpêşxeriyeke mirovî, artêşa Îsraîlê 800 endamên Berevaniya Sivîl a Sûriyê ligel malbatên wan di xaka Îsraîlê re veguhastin welatekî cîran.

Duh jî, hikûmeta Urdinê li ser daxwaza Netewên Yekgirtî razî bûbû bi awayekî demkî 800 welatiyên Sûrî derbasî wî welatî bibin, bi gerentiya vegerandina wan di heyama 3 mehan de bo Sûriyê.

Demek e Artêşa Sûriyê operasyonek leşkerî li başûrê Sûriyê li parêzgeha Der'a û Quneyterê dest pê kiriye, bi hezaran jî ji ber wê operasyonê derbider bûne.

Avichay Adraee tekez kir, Îsraîl destêwerdanê di şerê navxweyî yê li Sûriyê de nake û dibîne ku rêjîma Sûriyê di ber şerê li Sûriyê de berpirs e.

 

S. B