Îran gefê li Amerîka dike

Elî Xamineyî: Çi dema rê li ber şandina petrola Îranê bê girtin, ewê jî rê li ber şandina petrola welatên navçeyê bigire.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rêberê bilind yê şoreşa Îranê (Elî Xamineyî), gotûbêjan li gel Amerîka red dike û gefa wê yekê kir, ku çi dema Amerîka rê li ber şandina petrola Îranê bigire, ewê tedbîrên tund bistînin.

Di dema pêşwazîkirina wezîrê derve yê Îranê û balyozên Komara Islamiya Îranê li welatên cîhanê, Elî xamineyî ragihand, ku bi ti awayî ew danûstendinan li gel Amerîka nakin û bi gotina wî: Amerîka ne cihê baweriyê ye û rêzê li rêketinan nagire.

Xamineyî daxwaz kir, ku danûstendinên Taranê li gel Yekîtiya Ewropa berdewam bin bi mercê ku xizmeta pêşinyarên wê yekîtiyê neyê kirin.

Navhatî tekez kir, ku çi dema rê li ber şandina petrola Îranê bê girtin, ewê jî rê li ber şandina petrola welatên navçeyê bigire.

N.O