Cînişînê Siûdiyê dixwaze pêwendiyên abûrî li gel Kurdistanê bihêz bike

K24 - Navenda Nûçeyan
Ji bo pêşvebirin û bihêzkirina pêwendiyên abûrî li gel Herêma Kurdistanê, şandeke mezin ji bazirganên Siûdiyê, serdana Hewlêrê dike.
Li gorî zanyariyan, biryar e îro şandeke mezin ji bazirganên Siûdiyê serdana Herêma Kurdistanê bike û li gel berpirsên pile bilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bicive. Di civînan de, wê behsa pêşvebirin û bihêzkirina pêwendiyên abûrî û bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Siûdiyê de bê kirin.
Jêderekî haydar ji kunsulxaneya Siûdiyê li Hewlêrê, ji Kurdistan24ê re ragihand, ku di nav wê şandê de, çendîn biznisman û sermayedarên mezin ên Siûdî hene û ew şand li ser raspartina Cînişînê Siûdiyê (Mihemed Bin Selman) serdana Herêma Kurdistanê dike.
N.O