Rûsya çalakiyên diplomasiyê di derbarê Sûriyê de dike

Şandeke Rûsî çareseriya krîza Sûriyê û vegera penaberên wê, digel Serokê Fransa gengeşe kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke Rûsî çareseriya krîza Sûriyê û vegera penaberên wê, digel Serokê Fransa gengeşe kirin.

Ligor daxûyaniyek ji Wezareta derve ya Rûsyayê,, her yek ji Wezîrê derve yê Rûsya Sêrgey Lavrov û Serokê Desteya Erkanên giştî yê Rûsyayê Valêrî Gerasîmov di civînekê de bilezkirina proseya çareseriya krîza Sûriyê, ji nû avakirina wî welatî û vegera penaberên Sûriyê, digel Serokê Fransayê Emmanuel Macron gengeşe kirin.

Ew şanda Rûsyayê, li ser daxwaza Serokê wê Vladîmîr Putin seredana her yek ji Almanya û Îsraîl kiribûn û heman babet bi serkirdeyên wan welatan re jî gengeşe kiribûn.

 

 

C.B