Salih Mislim: Kî me “Çete” nebîne, emê ligel wî şerê terorê bikin

Endamê Desteya Dîplomasî ya TEV-DEMê Salih Mislim radigihîne, çi aliyek be heger mercên siyasî li ser me ferz neke û me çete nebîne, emê bi wê re şerê terorê bikin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Desteya Dîplomasî ya TEV-DEMê Salih Mislim radigihîne, çi aliyek be heger mercên siyasî li ser me ferz neke û me çete nebîne, emê bi wê re şerê terorê bikin.”  

Derbarê amadehiya hêzên YPG û HSD bo tevlîbûna şerê kontrolkirina bajarê Idlibê de Salih Mislim ji K24ê re got: “Peymana me bi Hevpeymaniya Navdewletî re ew e, em bi hev re şerê terorê bikin. Di nerîna me de, çi hêzeke terorê li ser xaka Sûriyê hebe, ew li ser me jî gefek e, divê em şerê wê bikin.”

Got jî: “Ev grûpên ku niha li Idlibê ne, berê hemûyan li ser erdê me jî li dijî me şer kirine. Niha jî ew hêz hemû li Efrînê ne û Efrîn dagîr kirine, çi ji destê me bê emê bikin, ji bo rizgarkirina Efrînê û ji xaka Sûriyê derkevin.”

Endamê Desteya Dîplomasî ya TEV-DEMê û hevserokê berê yê PYDê Salih Mislim got: “Her aliyê şerê terorê bike çi rêjîm be yan çi aliyekî din be, heger mercên siyasî li ser me ferz neke. Lê heger tu (Rêjîma Sûriyê) mercên siyasî li ser me danî û li binere ku em çete ne li cem te, em vê yekê qebûl nakin.”

Berî çend rojan Serokê Sûriyê Beşar Esed ragihandibû, kêm ma ye hêzên wan  Başûrê Sûriyê  bi temamî rizgar bikin û piştî wê yekê, ewê biçin parêzgeha Idlibê.

 

 

S. B