Ketîbeyên opozisyonê artêşeke nû li bakurê Sûryê pêk tînin

Li gorî heman ajansê, navê Ceyş El-Fetih li wê artêşê hatiye kirin û nêzîkî 75 hezar çekdar lixwe digire.

K24 - Navenda Nûçeyan

Ajansa nûçeyên Almanî ji jêderekî pile bilind yê opozisyona Sûryê veguhestiye, ku ketîbeyên opozisyonê, ji bo berevaniyê di ber Idlibê de bikin, artêşekî nû pêk tînin.

Li gorî heman ajansê, navê Ceyş El-Fetih li wê artêşê hatiye kirin û nêzîkî 75 hezar çekdar lixwe digire û ji girûpên, Cebhet Tehrîr Sûrya, Desteya Tehrîr El-Şam, El-Cebhe El-Weteniye, Ceyş El-Islam û Ceyş Tehrîr Idlib pêk tê.

Ajansa Almanî diyar kir, ku hemû çekdarên ji Xûta Rojhilatê Şamê, gundewarên Himsê û Şamê û yên parêzgeha Der'a, ku ji bo bakurê Sûryê hatibûn veguhestin, tevlî wê artêşê bûne.

Berî çend rojan, serokê Sûryê Beşar Esed ragihand, ku piştî serketina wan li Der'ayê, ewê berê xwe bidin parêzgeha Idlibê û wê jî kontrol bikin.

N.O