Şandeke ENKSê serdana Siûdiyê dike

K24 - Navenda Nûçeyan
Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûryê di Desteya Danûseandinan ya Opozisyona Sûryê de (Ibrahîm Biro) ji Kurdistan24ê re ragihand, ku sibe li paytexta Siûdiyê, wê Desteya Danûstendinan a Opozisyonê bicive.
Ibrahîm Biro diyar kir, ku di civînê de, wê rewşa komîta danîna destûra nû ya Sûryê û awayê karên wê û hin mijarên din bên gotûbêjkirin.
Biro zelal kir, ku civînên wan, wê çar rojan berdewam bikin û têde rewşa meydanî li Sûryê û pêşhatên başûrê Sûryê û guherîna helwestên navdewletî, herwiha rêketinên Amerîkî - Rûsî derbarê vegera rêjîmê were gotûbêjkirin.
Ew civîn wê, bi beşdariya her yek ji endamê Desteya Danûstendinan Ibrahîm Biro û endamê Komîta Danîna Destûrê Hewas Egîd bê lidarxistin.
N.O