Gava bawerî têk çû…

Kurd24

Pêwendiyên di navbeyna Tirkiye û Amerîka de bi dehên salan, têkiliyên di ast a herî bilind de danûstandinên berfereh, bi bawerî, hevkarî û hevpariyek bibandor û nimûneyî bûn.

Amerika ne li herêmê bû, Tirkiye xwe wekî “nûnerê Amerika û NATO û heta cîhana Rojava” li herêmê (Rojhilata Navîn, Avrasya) di dît. Pir a cîhana Rojava ber bi Asya, cîhana islamî û Efrîqeya nêzîk bi xwe “model a hevkarî” ya Tirkiye û Rojava bû…

Bi taybetî piştî Şerê Cîhanê yê 2yemîn, endametiya Tirkiye di NATO de (1952), di demên Şerê Sar de (1945-1991 û efektên wê yên çendîn salên din,  ango nêzîkî 50 salan) hevkariya ligel Tirkiye, rasttir jî, piştgiriya di her warî yê desthilatî de (aborî, diplomasî, siyasî, jêrxaneya sistemî…) ji Tirkiye re, gelek bilind bû…

Hatina Amerîka û cîhana Rojava bo herêmê (Şerê Kendavê) ya fîzîkî, bû destpêka dûrbûn a Tirkiye ligel Rojava û Amerika. Tirkiye bi biryara xwe di Parlementoyê de ya nepejirandina derbasbûna Hêzên Amerîkî bo Iraqê, nerehetiya xwe ya hatina hêzên Rojavayî bo Rojhilata Navîn nîşan da. Tirkiye nexwest/nedixwest ne Amerika, ne jî cîhana Rojava were Rojhilata Navîn û rastiyên pirs-pirsgîrêk-alozî, lê herî lipêş, rastiya herêmê nas bike!...

 

*****

Piştî hatina herêmê ya Hêzên Navdewletî yên Hevpeymanan (bi serpereştiya Amerika) di van 27-28 salan de, alozî ligel Tirkiye ji astên nizm her bi bilindbûnê ve çûn (bi dehên sedem, bîngeh û rûdanên aloziyê pêkhatin e, ku di vê gotarê de, em nikarin bi hurgilî liser wan rawestin) û niha di qada xwe ya herî mezin de ne.

Niha çendîn mijarên girîng ên nêzîkahiyên dijber di navbeyna Enqere û paytextên Rojava de rû didin. Ger em ên sereke bigrin dest:

-Nêzîkahiya girêdayî Kurd/Kurdistanê

-Nêzîkahiya Suriye

-Nêzîkahiya Îranê

-Nêzîkahiya sistemên bergiriyê (Tirkiye xwe nêzîkî sistemên bergirî yên Rûsya dike, kirîna mûşekên S400 û rêkeftinên din ên bergiriyê)

-Nêzîkahiya projeyên Enerjiyê yên Rûsya-Tirkiye

-Nêzîkahiya Israilê

-Nêzîkahiya Bereya Siûdî, Misr, Ûrdin…

-Nêzîkahiya nirxên NATOyê

-Babetên demokrasî, mafên mirovan, azadiya ramanî û medyayê

-Nêzîkahiya doza Riza Sarraf

-Projeyên sizadan ên Bank û dorpêçên aboriyê

-Rewşa Cemaeta Fethullah Gulen û man a wî li Amerika

-Rewşa girtî ya Keşa Andrew Brunson

-Rewşa girtî ya karmendên konsolxaneyên Amerîkî

… û çendîn mijarên din ên bingehîn…

Herçend desthilat bi zarê xwe binav nake, lê ragihandina wê yekser dibêje – Amerika û cîhana Rojava – dijminên Tirkiye ne. Berjewendiyên Tirkiye nabînin, binpê dikin û dixwazin dewleta Kurdistanê ava bikin! Her ku dizanin, rastiya van tometên wan nîn in jî, lê nêzîkahiya cîhana Rojava ligel Kurd/Kurdistanê nikarin bipejirînin û vê yekê wekî metirsiyekê ji xwe re dibînin!...

Wekî tê dîtin, ev mijar bêbaweriyek weha berfereh peydakirine ku, Tirkiye roja îro - xwe nêzîktirê Rûsya, Îran û cîhana Rojhilat dibîn e... Bawerî ligel cîhana Rojava zehmet durist dibe, lê gava hebû be û têkbiçe, avakirina baweriyê zehmettir dibe.

Bi kurtasî pêwendiyên Tirkiye – Rojava têkçûn e û demên tên jî, çirûskên ronahiyê di vê rêyê de nîşan nadin. Rojava tu caran, “berjewendiyên” Tirkiye nikare bigre ber çav, jiber ku ew di cîhana nirxên demokrasî de ne mumkin e bên pejirandin. Yek bijarde dimîn e, ku Tirkiye xwe nêzîkî nirxên  Rojava, demokrasî û mafên nasandina azadiyan bike…Ew jî, ew jî… dûr xûya dike….

Hewlêr, 31 Tîrmeh 2018