Karayilan: Hikûmeta nû ya Tirkiyê ya şer e

Murad Karayilan: Hikûmeta nû ya Tirkiyê dijatiya Kurdan û pêkhateyên din dike û AKP bi dijatîkirina Kurdan ti armancan bidest naxîne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê Konseya Rêvebir a (KCK) Murad Karayilan ragihand, ku Hikûmeta nû ya Tirkiyê dijatiya Kurdan û pêkhateyên din dike û got: AKP bi dijatîkirina Kurdan ti armancan bidest naxîne.

Murad Karayilan, ji medya fermî ya partiya xwe re ragihand, ku Hikûmeta nû ya Tirkiyê pilan daniye, ku şerê li dijî (PKK) berdewam bike û her ji bo vê yekê jî, çend wezîr mîna wezîrê derve û yê navxwe li cihê xwe mane û supasalar jî bûye wezîrê bergiriyê.

Karayilan got jî: Kabîneya nû şerxwaz e û dijatiya her kesekî dike û bi taybet dijatiya Kurdan û pêkhateyên din ji hêzên çep û Elewî dike.

Navhatî eşkere kir, ku PKK wê şerê li dijî Tirkiyê derbasî qunaxeke din bike û diyar kir, ku gellek navçe li Bakurê Kurdistanê ji bin kontrola Hikûmeta Tirkiyê derketine.

N.O