Siûdiye û Israîl daxwaza sizayên bêtir li ser Îranê dikin

Balyozê berê yê Amerîka li Israîlê: Her yek ji Siûdiye, Îmarat û Israîl rêkarên pêwsît li ber destê Serokê Amerîka danîne, daku zêdetirîn fişarên abûrî li ser Îranê bisepîne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Balyozê berê yê Amerîka li Israîlê (Daniel Shapiro) eşkere kir, ku her yek ji Siûdiye, Îmarat û Israîl rêkarên pêwsît li ber destê Serokê Amerîka danîne, daku zêdetirîn fişarên abûrî li ser Îranê bisepîne.

Daniel Shapiro li ser Twitter a xwe nivîsiye: Di demekê de ku serokê Amerîka dibêje, ku ew amade ye gotûbêjên bê merc bi Îranê re bike û piştî demeke kin wezîrê derve yê Amerîka lîstekê bi mercên Amerîkî ji bo destpêkirina gotûbêjan bi Îranê re eşkere dike, nerîna giştî ya cîhanî tevlîhev dibe, ji ber ku welatên Siûdiye, Israîl û Îmarat şêwr û pêşinyaran didin Trump, daku zêdetirîn fişarên abûrî li ser Îranê bisepîne.

Shapiro daxwaz kir, ku siyaseta sepandina fişarên abûrî li ser Îranê ji aliyê Amerîka ve, berdewam be û bê pêşxistin heya ku kirîza abûrî li Îranê kûrtir bibe, wê demê Îran neçar dibe, ku rêketineke etomî ewletir û baştir îmze bike.

Di nava çar mehên derbasbûyî de, Riyalê Îranê nîvê nirxê xwe beramberî Dolarê Amerîkî winda kir, di dawîn amar de, her dolarekî Amerîkî bûye baremberî 102 hezar riyalên Îranî, di demekê de, ku berî 4 mehan, her Dolarekî Amerîkî bi 50 hezar Riyalên Îranî bû.

N.O