Erdogan: Em ê cezaya darvekirinê derxin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand: Ew ê cezaya darvekirinê li Tirkiyê cibicî bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand: Ew ê cezaya darvekirinê li Tirkiyê cibicî bikin.

Xanim û zarokê leşkerekî Tirkiyê ji aliyê PKKê ve hatibûn kuştin û Erdogan di rêwresma cenazeyên wan de axivî û got, heta yek gerîlayê PKKê bimîne jî, ew ê bi berdewamî şerê PKKê bikin.

Erdogan got: “Hûn hestiyariya min a di derbarê cezaya darvekirinê de dizanin. Heger parlemento yasaya cezaya darvekirinê derxe, ez ê jî pesend bikim. Ji bo vê jî gavên pêwîst em ê di demek nêzikê de bavêjin.”

Duh li bajarê Colemêrgê gerîlayên PKKê êrîşê wesaîtekê kiribûn û xanim û zarokê leşkerekî di encama wê êrîşê de canê xwe ji dest dabûn.

Her di wê çarçovê de jî hejmarek ji parlemanterên HDPê ev êrîşa PKKê şermezar kirin û gotin, dayik û zarokan bikuje, ew kujer e.

 

S. B