Dîndar Zêbarî: Hikûmeta Kurdistanê, her di hewla kêmkirina azarên Kurdên Êzdî de ye

Bi hewlên berdewam ên Hikûmeta herêma Kurdistanê heta roja 1ê Tebax a 2018an hejmara Kurdên Êzdî yên ku hatine rizgarkirin 3315 kes bûn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Dîndar Zêbarî radighîne, Hikûmeta herêma Kurdistanê bi hemû awayekî, hewla kêmkirina azarên Kurdên Êzdî de ye.

Bi hewlên berdewam ên Hikûmeta herêma Kurdistanê heta roja  1ê Tebax a 2018an hejmara Kurdên Êzdî yên ku hatine rizgarkirin 3315 kes bûn e. Ji wan 1155 jin, 337 zilam, 953 keç û 870 kur hatine rizgarkirin. Hejmara wan kesên ku heta niha hîn jî dîl in 3102 kes in. Ji wan 1440 jin û 1662 zilam, ku di destê çekdarên DAIŞ de man e.

Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî di Hikûmeta herêma Kurdistanê de got, bi taybetî jin rastî hemû awayên işkenceyên dûr ji mirovahiyê hatin e: ji kirîn û firotin, eşkencedan a laşî û derûnî, guhertina olî û destidrêjiyê. Zêbarî amaje bi wê yekê jî kir, ji bo çareserkirina rewşa derûnî ya wan jinan, ligor rêkeftinek di navbera Hikûmeta herêma Kurdistanê û Hikûmeta herêma Badin Furtimbêrk a Almanya, heta niha nêzîkî 100 ji wan jinan, ji bo çareserkirina derûnî ji bo Almanya hatine şandin.

Dîndar Zêbarî eşkere jî kir, Hikûmeta herêma Kurdistanê hewlên ciddî ji bo dûbare vegerandina jinên rizgarkirî ji bo nav civakê da ye. Di vê derbarê de jî got, Hikûmeta herêma Kurdistanê Navenda Rawêjkariya Malbatî li parêzgeha Dihokê avakiriye, ku ji hejmarek kesên pisporên yasayî û derûnî pêk tê, û bi berdewam di xizmeta keysên jinên Êzdî de ye.

 

 

C.B