Tirkiye rapora Amnesty derbarê Efrînê red dike

Amnesty di raporekê de, Artêşa Tirkiyê li Efrînê wek dagîrkir binav kiriye û dibêje, ku Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve, mafên mirovan li Efrînê binpê dikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkyê rexne li rapora Rêxistina Lêbûrîna Navdewletî (Amnesty) ya derbarê Efrînê kir û ew rapor bi meşandina alîgiriyê tometbar kir.

Jêderekî dîplomat ji nav Hikûmeta Tirkiyê, ji rojnameya El-Şerq El-Ewset re ragihand, ku tiştê di rapora Rêxistina Amnesty de de hatiye nerast e û ew wê raporê red dikin.

Bi gotina wî jêderî: Tirkiyê qebûl nake ku Rêxistina Amnesty hêzên wê bi dagîrkir binav bike û rapora wê alîgiriyê dike.

Heman jêderî diyar kir, ku welatê wî çavê xwe bernedaye axa Sûryê û sedema hebûna hêzên wan li Sûryê, parastina ewlehiya sînorên Tirkiyê ji gefên terorîstan e.

Herwiha wî jêderî red kir, ku wan çavê xwe li ser binpêkirinan li Efrînê  girtibe û got: Em berdewam kar li ser gerentîkirina saxîtiya welatiyên sivîl dikin.

Rêxistina Lêbûrîna Navdewletî (Amnesty) di raporekê de, Artêşa Tirkiyê li Efrînê wek dagîrkir binav kiriye û dibêje, ku Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve, mafên mirovan li Efrînê binpê dikin.

N.O