Îran: Ji tirsa Amerîka kompaniyên Ewropî nema hevkariya me dikin

Amerîka berdewam gefê li welatên Yekîtiya Ewropa dike ku yasaya dorpêça li ser Îranê binpê nekin

K24 - Navenda Nûçeyan

Balyozê Îranê li Birîtanya (Hemîd Be'îdî Nejad) eşkere kir, ku ji tirsa sizayên Amerîkî, ti kompaniyeke Ewropî tine ye, ku amade be hevkariyê li gel Îranê bike.

Hemîd Be'îdî Nejad tekez kir, ku ti kompanyiyeke Ewropî metirsiya karkirinê li Îranê qebûl nake û ti kompanî amade tine ye li Îran dest bi veberhênanê û çalakiyên abûrî bike.

Nejad diyar kir, hemû bizavên dîtina çareyekê ji bo anîna kompaniyan daku li nav Îranê veberhênanê bikin, rastrî binketinê hatine.

Navhatî ji malpera Perlemana Îranê re zelal kir, ku pêwîstiya wan kompaniyan bi hevkariyê li gel Amerîka heye û ji tirsa ku rastî sizayên Amerîkî bên, ew nema wêrin hevkariyê li gel Îranê bikin.

Berî niha her yek ji Birîtanya, Almanya û Firensa daxwaz ji Amerîka kirin, ku sizayan û dorpêçê li ser Îranê sist bike, daku kompaniyên Ewropî karibin bazirganiya xwe di warên enercî, otomobêl, keresteyên pizişkî û warên diravî de li gel Îranê berdewam bikin, lê Amerîka ew daxwaza wan red kir.

Amerîka berdewam gefê li welatên Yekîtiya Ewropa dike ku yasaya dorpêça li ser Îranê binpê nekin û hişyariyê dide wan, ku heger kompaniyên Ewropî wan yasayan binpê bikin yan jî hevkariyê li gel Îranê bikin, wê rastî sizayên tund ji aliyê Amerîka ve bên.

N.O