Medya Tirkiye: Divê destê Amerika bê jêkirin!

Rojnameya Yenî Şafak û TV Net wekî medyayek gelek nêzîkî desthilatê û berpirsiyarê wê Ibrahim Karagul jî, herweha nêzîkê Serokomar Erdogan tê naskirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Aloziyên di pêwendiyên navbeyna Tirkiye û Amerika de, medya Tirkiye beramberî Amerîka gelek har û êrîşbar kiriye, ku digihe radeya, berpirsiyarê giştî yê nêzîktîrîn medya ya desthilatê Yenî Şafak û TV Net Ibrahîm Karagul binivîse: Divê destê Amerika bên jêkirin!...

Ligor Karagul:  dijberiya Amerika beramberî Tirkiye ne pirsa Keşe Brunson, stratejiya têkbirina Tirkiye ye. Serokê Tirkiye (Erdogan) û desthilata nû ya têkoşer serokatiya herêmê dike û ev doza wê ye. Kes nikare pêşya Tirkiye bigre. Amerîka rola têkbirina Tirkiye daye pêşya xwe û dive destê Ameriîka bê birîn!...

Rojnameya Yenî Şafak û TV Net wekî medyayek gelek nêzîkî desthilatê û berpirsiyarê wê Ibrahim Karagul jî, herweha nêzîkê Serokomar Erdogan tê naskirin.

 

 

C.B