Xwepêşander li Iraqê dîsa derketin kolanan

Li dijî nebûna xizmetgûzariyên av, kehreb û derfetên kar, xwepêşandanên Iraqê îro carek din destpê kirin

K24 - Navenda Nûçeyan

Li dijî nebûna xizmetgûzariyên av, kehreb û derfetên kar, xwepêşandanên Iraqê îro carek din destpê kirin.

Nûçegîhanê Kurdistan24 li Bexdayê Soran Kameran ragihand, li meydana Tehrîr a Bexdayê, bi sedan welatî kombûn û xwepêşandan kirin. Beşek ji xwepêşanderan ji Kurdistan 24 re ragihandin, hikûmet daxwazên wan bicîh nekirin e, jiber wê yekê jî, xwepêşandanên wan berdewam dibin.

Herweha li gelek deverên din li Iraqê xwepêşandan bi egerên xizmetguzarî, av, kehreb û dijî gendeliyê pêkhatin.

Ev nêzîkî mehek e li Iraqê, bi taybetî deverûn Şîenişîn xwepêşandan hemberî siyasetên hukimeta Iraqê birêve diçin û hîn jî berdewam in…

 

 

C.B