Amerîka dîsa hişyariyê dide Ewropa da pêwendiyê bi Îranê re neke

Jêderekî Amerîkî: Her welatek yan kompaniyeke Ewropî pêbendî sizayên li ser Îranê nebe û pêwendiyên abûrî û bazirganî bi Taranê re bike, wê rastî sizayên tund yên Amerîkî bê

K24 - Navenda Nûçeyan

Her yek ji Kongirês û îdara Amerîkî, hişyariyên nû dan welatên Yekîtiya Ewropa, daku hemû pêwendiyên xwe yên abûrî û bazirganî li gel Îranê bibirrin.

Malpera (Free Beacon) a Amerîkî, ji ser zimanê hin berpirsên pile bilind ên Amerîkî veguhestiye, ku îdara serokê Amerîka Donald Trump bizavên dîpolmatîk dike, daku fişarê li welatên Ewropa bike û sizayên dijwar li ser Îranê bisepîne.

Berî niha hin welatên Ewropî yên bi bandor, li dijî sizayên nû yên Amerîka li ser Îranê rawestiyan û li gel berpirsên pile bilind ên Îranê civiyan, bi mebesta pilanekê deynin, daku xwe ji sizayên Amerîkî vedizin û pêwendiyên abûrî û bazirganî li gel Îranê berdewam bikin.

Derbarê helwesta welatên Ewropa li dijî sizayên nû li ser Îranê, jêderekî Amerîkî pile bilind ji heman malperê re tekez kir, her welatek yan kompaniyeke Ewropî pêbendî sizayên li ser Îranê nebe û pêwendiyên abûrî û bazirganî bi Taranê re bike, wê rastî sizayên tund yên Amerîkî bê û got jî: Heger bankên mezin ên Amerîkî jî pêbend nebin, wê rastî sizayan bên.   

N.O