400 welatiyên Sûrî li ser sînorên Tirkiyê hatine kuştin

Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan, ragihand ku ji destpêka kirîza Sûryê ve û heya niha, 400 kes bi gulleyên Cendirmeyên Tirkiyê hatine kuştin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan, ragihand ku ji destpêka kirîza Sûryê ve û heya niha, 400 kes bi gulleyên Cendirmeyên Tirkiyê hatine kuştin.

Çavdêrgeha Sûrî diyar kir, ku ji sala 2011an ve û heya niha bêtirî 400 welatiyên Sûrî bi gulleyên Cendirmeyên Tirkiyê hatine kuştin û di nav wê hejmarê de, 36 zarok hene.

Çavdêrgehê zelal kir, ku ew welatiyên hatine kuştin, dixwestin bi qaçaxî derbasî Bakurê Kurdistanê û (Tirkiyê) bibin û piştre ber bi Ewropa ve biçin.

Li Rojavayê Kurdistanê jî hejmareke mezin ji welatiyan bi gulleyên Cendirmeyên Tirkiyê hatine kuştin û birîndarkirin û rastî girtin û îşkenceyê hatine.

N.O