Rojnameyeke Siûdiyê lêborînê ji Serok Barzanî dixwaze

Rojnameya“Alwatan” daxwaza lêborînê ji Serok Mesûd Barzanî dike, ku berî çend rojan raportek li ser sermiyana çend serkirde û siyasetmedarên Iraqê belav kiribû û navê Serok Barzanî jî anîbû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya“Alwatan” daxwaza lêborînê ji Serok Mesûd Barzanî dike, ku berî çend rojan raportek li ser sermiyana çend serkirde û siyasetmedarên Iraqê belav kiribû û navê Serok Barzanî jî anîbû.

Berî çend rojan rojnameya Erebî ya bi navê “alwatan”, ku li Erebistanê tê çapkirin, li ser serwet û sermiyana Serok Mesûd Barzanî raportek xelet belav kiribû û gotibû, qaşo 48 milyar dolar diravê Barzanî heye!

Piştî belavbûna wê raportê, li Başûrê Kurdistanê hinek alî û dezgehên medyayê bi wê raporta xelet êrişî Barzanî kiribûn.

Ji ber wê jî rojnameya han daxuyaniyek daye û ragihandiye, ew raporta ku wan belav kirine li ser bingeha agahî û belgeyên piştrastkirî nebûye “loma ji ber wê xeletiya ku hatiye kirin em daxwaza lêborînê ji Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Mistefa Barzanî dixwazin. Emê di demek nêzîk de lêpirsînê li wan çavkaniyên ku ew agahiyên xelet dane me, bikin.”

 

S. B