Qunaxa yekem ya sizayan li ser Îranê destpê dike

Suzan Maluni: Îdara Amerîkî dide xuyakirin, ku heger fişarên abûrî bihêlin ku rêjîma Îranê xwe bitemamî radest bike, wê karekî baş be û heger ew fişar bihêlin ku rêjîma Îranê biherife, wê kerekî baştir be.

K24 - Navenda Nûçeyan

Biryar e sibe Sêşemê 6/8/2018an, qunaxa yekem a sizayên Amerîkî li ser Îran destpê bike.

Di wê qunaxê de, wê hinartina petrola Îranê were kêmkirin û firotina Dolar Amerîkî ji bo Îranê wê bê qedexekirin û ev yek wê ziyanekê mezin li abûriya têkçûyî ya Îranê bike.

Armanca Amerîka ji wan sizayan ew e, ku fişaran li ser Îranê zêde bike daku neçar bibe û li ser bingeha 12 mercên serokê Amerîka Donald Trump gotûbêjan bike, lê heya niha berpirsên Îranî liber xwe didin û wan mercan qebûl nakin.

Donald Trump di dawîn daxuyaniyên xwe de, derbarê Îranê ku li ser Twitter a xwe nivîsiye dibêje: Rewşa abûrî ya Îranê berdewam di têkçûnê de ye, ji me re negiring e em li gel berpirsên Îranê danûstendinan bikin û ew biryar li wan vedigere.

Li ser wan fişaran jî, cîgira rêvebirê pirogramê siyaseta derve di peymangeha Broking de (Suzan Maluni) ragihand, ku îdara Amerîkî dide xuyakirin, ku heger fişarên abûrî bihêlin ku rêjîma Îranê xwe bitemamî radest bike, wê karekî baş be û heger ew fişar bihêlin ku rêjîma Îranê biherife, wê kerekî baştir be.

N.O