Amerîka: 117 hezar kes di zindanên Rêjîma Sûryê de ne

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka: Kesên girtî rastî îşkencedaneke tund tên û têne kuştin û berpirsên rêjîma Sûryê dixwazin her kesê dijberê Esed be, bê deng bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert ragihand, ku li gorî zanyariyên li ber destê wan, nêzîkî 117 hezar Sûrî di zindanên rêjîmê de ne.

Heather Nauert diyar kir, ku li gorî zanyariyên li ber destê wan, bi hezaran zindaniyên siyasî yên Sûrî di zindanên Rêjîmê de hatine kuştin û ji destpêka kirîza Sûryê ve, rêjîmê nêzîkî 117 hezar kes zindan kiriye.

Nauert got: Kesên girtî rastî îşkencedaneke tund tên û têne kuştin û berpirsên rêjîmê dixwazin her kesê dijberê Esed be, bê deng bikin.

Navhatî tekez kir, ku rêxistinên mirovî yên navdewletî, belge derbarê wê jimarê kom kirine û daxwaza sizadana berpirsên rêjîma Sûryê kirine.

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka daxwaz ji rêjîma Sûryê kir, ku pêbendî yasayên navdewletî be derbarê serederiyê li gel zindaniyan û bihêle çavdêrên serbixwe serdana zindanan bikin.

Di dema dawî de, rêjîma Sûryê navê nêzîkî 8 hezar zindaniyên kuştî belav kir.

N.O