Îran: Em danûstendinan li gel Amerîka red nakin

Wezîrê Derve yê Îranê: Bizavên Yekîtiya Ewropa ne di asatê pêwîst de bûn û Îran derbarê rêketina etomî, pêngavên zêdetr ji Ewropa dixwaze.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf di hevdîtinekê de li gel ajansa fermî ya nûçeyên Îranê, derbarê pirsa danûstendinan li gel Amerîka ragihand, ku ew danûstendinan bi Amerîka re red nakin, lê em naxwazin têkevin pirosêseke demdirêj û bê encam.

Cewad Zerîf diyar kir, ku pêwîst e Amerîka pêbendî sozên xwe be heya ku piroseya danûstendinan destpê bike û encam bide.

Herwiha derbarê rêketina etomî rexne li Yekîtiya Ewropa kir û got: Bizavên Yekîtiya Ewropa ne di asatê pêwîst de bûn û Îran derbarê rêketina etomî, pêngavên zêdetr ji Ewropa dixwaze.

Berî niha hersê welatên mezin yên Ewropa (Birîtanya, Almanya û Firensa) bizav kirin ku siza û dorpêçên Amerîka li ser Îranê sivik bikin, bi taybet di warê bazirganiya enerciyê, otombêlan, kereste û alavên pizişkî û karûbarên diravî de, lê Amerîka daxwaza wan red kir û wezîrê derve yê wî welatê Mike Pompeo tekez kir, ku ew dixwazin siza  û dorpêçên tund li ser Îranê bisepînin û qebûl nakin ti aliyek wan sizayan binpê bike.

N.O