Bi fermî hilweşandina Heşdê li çend navçeyên Kurdistanî hat ragihandin

Biryar hatiye: Tevahiya bajarê Mûsilê ji çekdarên ser bi Desteya Heşda Şeibî ve û ji baregehên wan çekdaran tê valakirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Desteya Heşda Şeibî, biryara hilweşandina hin mîlîşyayên xwe li çend navçeyên Kurdistanî û (rojhilat û rojavayê) parêzgeha Nînewa û çend navçeyên din derxist û tevahiya desthilatdariyê radestî yek kesî kir.

Li gorî nivîseke fermî, ku îmzeya cîgirê serokê Desteya Heşdê li ser e, 7 biryar derbarê hilweşandina hin mîlîşyayên Heşdê hatine stendin.

Di nivîsê de hatiye: Fermandeya Operasyonên Rojhilat û Rojavayê Nînewa û Bêcî tên hilweşandin û di çarçoveya fermandeyekê de tên birêxistin û kesekî din bi navê (Elî Kazim) dibe fermandeyê wê hêzê û li derveyê Mûsilê tê belavkirin.

Herwiha wê Fermandeya Rojavayê Nînewa, bi temamî hêz û kelûpelên xwe yên serbazî, li Rêveberiya Operasyonên Artêşa Iraqê vegerîne.

Li gorî heman nivîsê, wê lîwaya 40î bi temamî ji navçeyên bakurê Şingalê derkeve û li bingeha serbazî ya Spayker vedigere û berpirsatiya kerta serbazî, radestî Artêşê di kerta Nînewa de tê kirin.

Biryar hatiye, ku lîwaya 14an a Heşdê, bi temamî çekdarên xwe bikişîne û li derveyî parêzgeha Nînewa belav bibe.

Piştî kişandina çekdarên Heşdê, wê hêzên (Heşda Xwecihî) ji lîwaya 30î ku ji Kurdên şebek in, Lîwaya 50î ya Kiristyanan, Lîwaya 53ya Tirkumanan, Heşda Êzdî li navçeyên valakirî bimînin.

Di xala dawiya wê nivîsê de hatiye: Tevahiya bajarê Mûsilê ji çekdarên ser bi Desteya Heşda Şeibî ve û ji baregehên wan çekdaran tê valakirin.

N.O

Nivîsa fermî ya Desteya Heşda Şeibî, ku îmzeya cîgirê serokê wê li ser e
Nivîsa fermî ya Desteya Heşda Şeibî, ku îmzeya cîgirê serokê wê li ser e