Erdogan ji Amerîka re: Oxir be

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dibêje, ji ber ku nehîştine li ser sînorê başûrê Tirkiyê korîdoreke terorê bê dirustkirin, niha bi operasyoneke aborî ya navnetewî re rûbirû ne. Got, niha bo serxwebûna û sibêroja xwe şerê aboriyê dikin û ji welatiyan xwast, Dolar û zêr û Euroyên xwe bikin Lîreya Tirkiyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Erdogan li bajarê Trabzonê di civîna berfireh a Encûmena Şêwirê ya AK Partiyê de axivî û behsa qeyrana di navbera Tirkiye û Amerîkayê de kir.

Erdogan got: "Heman aliyên Emperyalîst, vê carê xwestin li ser sînorê me yê başûr korîdoreke terorê dirust bikin. bi operasyonên derveyî sînorê xwe, me planên wan xera kirin.”

Got jî: “Tiştê bi derbeyê nekarîn bikin, niha bi pereyê dixwazin bikin. jê re dibêjin şerê aborî. Ma di berhemanîn û bazirganiyê de ti kêmbûn heye? Ti bingeheke aborî jibo vê nîn e. Navê vê operasyona li ser Tirkiyê ye. Armanc, tunekirina parastina Tirkiyê ye û dixwazin welatê me radest bigrin.”

Herwiha Erdogan got: "Ew kesên ku hevkarî û hevpeymaniya stratejîk a li gel welatekî 81 milyonî di oxira têkiliyên xwe yên bi rêxistinên terorê re tune bike em ê jî dibêjin 'oxir be"

Serokomarê Tirkiyê bang li welatiyên Tirkiyê ku Dolarên xwe bi Lîreya Tirkiyê biguhêrin û got: “Careke din bang dikim, kesên ku di bin balîfên wan de Dolar û Euro û zêr hene, bila wan li bankayan bikin Lîreya Tirkiyê. Emê bi vê, şerê serxwebûn û sibêroja xwe bidin.”

S. B