Îran: Ewropa ji bo me dijberiya Amerîka nake

K24 - Navenda Nûçeyan.
Peyvdarê Navenda Enerciya Etomî ya Îranê (Behrûz Kemalwendî) ragihand, ku welatên Ewropa ji bo berjewendiya Îranê, dijayetiya Amerîka nakin.
Behrûz Kemalwendî ji ajansa Îsna ya Îranê re ragihand, ku riyalîsta cîhanê bi wî awayî çêbûye, ku bêyî Amerîka, abûriya cîhanê jikar dikeve, ji ber vê yekê jî, welatên Ewropa nikarin nemana Amerîka di Rêketina Etomî de, ya li gel Îranê qerebû bikin.
Ji aliyekî din ve, rêberê Komara Islamî ya Îranê (Elî Xamineyî) di civînekê de li gel lawan li Taranê ragihand, ku kirîzên abûrî li Îranê û nebûna pereyan, ne jiber sedemên derveyî çêbûn, lê ew ji ber nebûna pilaneke baş ji bo birêvebirinê çêbûne.
Elî Xamineyî diyar kir, ku beşekî xelkê Îranê di bin fişaran de ye û buhabûna nirxê xwarin û yekeyên akincîbûnê, fişar li ser xelkê zêde kiriye.
N.O